Careke din daxwaza girtina Ayhan Bîlgen tê kirin
Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê li dijî berdana parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgenî derket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê li dijî berdana parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgenî derket.
Dozger serî li Dadgeha Şeşemîn a Diyarbekirê da, parlementerê HDPê careke din were girtin.
Ayhan Bîlgen duh ji aliyê Dadgeha Pêncemîn a Diyarbekirê ve hatibû berdan.
Ayhan Bîlgen berî niha di 29ê Çileya 2017an de hatibû destserkirin, lê Dadger biryara berdana wî dabû. Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê wê demê jî careke din li dijî derketibû, Ayhan Bîlgen jî piştî du rojan careke din hatibû girtin.