“Pêşmerge bo şerê Hewîce nehatiye agahdarkirin”

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand, hikûmeta Federalî ta niha derbarê plana kontolkirina Hiwêce de ligel Pêşmerge gufûgo nekiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer red dike, ku aloziyên serbazî di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de, li ser pirsa şerê Hewîce rû nadin. Got jî, hikûmeta Federalî ta niha derbarê plana kontolkirina Hiwêce de ligel Pêşmerge gufûgo nekiriye.

Cebar Yawer, ew daxuyaniyên di hin dezgehên ragihandinê de belav bûne jî red kir û got: “Hikûmeta Federalî ta niha derbarê plana kontolkirina Hewîce de, ligel Pêşmerge gotûbêj nekiriye.”

Got jî: “Wezareta Pêşmerge berî şerê kontrolkirina Mûsilê, çendîn civîn ligel hikûmeta federalî kiribû, lê ji wê demê ve û ta niha ti civînek û gotûbêjek li ser operasyonên hevbeş ji bo kontrolkirina Hewîce çê nebûye.”

Herweha Cebar Yawir tekez kir, ku Bexda plana kontrolkirina Hewîce ligel Hevpeymaniya Navdewletî, Heşda Şeibî û hêzên hevbeş behs kiriye, lê ti civînek ji bo wî şerî ligel Pêşmerge nekiriye. 

 

Fly Erbil Advertisment