Encûmena Bilind a Referandûmê pirsên parlemento û referandûmê gotûbêj dike

Encûmena Bilind a Referandûmê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna Cîgirê Yekem ê Sekterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl Elî û Nûnerên aliyên di encûmenê de beşdar civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Bilind a Referandûmê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna Cîgirê Yekem ê Sekterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl Elî û Nûnerên aliyên di encûmenê de beşdar civiya.

Peymanêrê K24ê ragihand, di civîna Encûmena Bilind a Referandûmê de, pirsa aktîvkirina parlemento û dawî amadekariyên birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê û karên Komîtên Ragihandinê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha got, biryar e Komîta Ragihandinê bi serperiştiya Berpirsê Desteya Karîger ê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ji sib eve dest bi karên xwe bike û bi mîkanîzmeke guncaw û yekgirtî, peyamên medyayî yên girêdayî referandûmê belav bikin.”