Festivala piştevaniya referendûmê li Hamburg amadeyî pîrozbahiyê ye
Festîval di di 16ê meha Îlonê de li pêş Parlementoya Hamburgê (Rathaus) lidar dikeve
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîteya Insiyatîfa Piştgiriya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê bi daxûyaniyekê ragihand ku, tevayiya amadekariyên Festîvala piştgiriya referendûma serxwebûnê qedandiye.
Komîte bi bangewaziyekê radighîne ku, Kurdistanî di 16ê meha Îlonê de li pêş Parlementoya Hamburgê (Rathaus) bi Ala Kurdistanê amade bin û dengê xwe yê piştgiriyê bigîhin cîhanê ji bo serxwebûna Kurdistanê.