Li Stenbolê gotûbêj li ser pirsa serxwebûna Kurdistan tê kirin

Li bajarê Stenbolê konferansek li ser encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Stenbolê konferansek li ser encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û berpirsê pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Huşyar Sîweylî ragihand, "encamdana referandûmê di berjewendiya Tirkiyê de ye."

Huşyar Sîweylî ji K24ê re diyar kir, "Em hatine Tirkiyê, da ku bi riya vê konferansê ji xelk û hikûmeta Tirkiya re bêjin, ku referandûm bi ti awayî dijatiya berjewendiyên wan nake, lê dewleta dahatû ya Kurdistanê, wê bibe sedema aramiyê û dê berjewendiyên di navbera Tirkiya û Kurdistanê biparêze.