Welîd Feris: “Em çaverêyî serxwebûna Kurdistanê ne"

Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîka ragihand, yasayên navdewletî ew yek gerentî kiriye, ku mafê pêkhateyan heye referandûmê encam bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîka Welîd Faris ji K24ê re ragihand, yasayên navdewletî ew yek gerentî kiriye, ku mafê pêkhateyan heye referandûmê encam bidin.

Welîd Feris got: “Em hemû çaverêyî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê ne. Yasayên navdewletî ew yek gerentî kiriye, ku mafê pêkhateyan heye referandûmê encam bidin. Ewên din jî girêdayî danûstandinên di navaber hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û herwiha civaka navdewletî.