Serokê Herêma Kurdistanê li Kerkûkê ye

Serokê Herêma Kurdistanê li Kerkûkê, di civîneke camewerî de ragihand, “Kurdistan bê Kerkûk, laşekî bê dil e.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro gihêşte bajarê Kerkûkê û ligel berpirsên wî bajrarî, partî, aliyên siyasî, nûnerên pêkhateyan, kesayetiyên Xiristiyanî û serokên hozên Ereb û Tirkmenên wê parêzgehê civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel berpirs û nûnerên pêkhateyên Kerkûkê, ragihand: “Bi ti awayekî rê nadin kesekî ewlehî û aramiya Kerkûkê têk bide. Rêza me ji wan nerînan re heye ku ne ligel referandûmê ne, lê divê rêz li îradeya piraniya xelkê bajêr bê girtin ku referandûmê dixwazin. Kerkûk bi tevahî wek mînaka bajarê aştî, biratî û pêkvejiyanê dimîne.”

Herwiha got: “Guh nadin gefên vala yên behsa derketina şer dikin. her kesek bizava têkdana aramiya Herêma Kurdistanê bike, mafê me heye bergîriyê li xwe bikin. Xelkê Kerkûk bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe didin û referandûm biryara xelkê Kurdistanê ye, ne ku biryara take kesî ye.”

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Kerkûkê di demekê de ye, birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, kêmtir ji du hefteyan maye û biryar e li Kerkûk û navçeyên derdora wê jî bê kirin.

Herwiha ew serdan piştî wê yekê tê, ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar daye referandûmê li wê parêzgehê bike, ew jî bû sedema dilgiraniya berpirsên Iraqê û di demên dawî de hin daxuyanî li dijî Herêma Kurdistanê dan.

Di vê çarçovê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê di wê civîna camewerî de ragihand, “Kurdistan bê Kerkûk laşekî bê dil e. Her hêz yan aliyek bixwaze bi zorê xwe li ser Kerkûkê bisepîne û Kerkûkê ji Kurdistanê bibire, gelê Kurdistanê ta dawîn kes dê li ber xwe bide.”

Tevî wê jî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, “Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye, lê bajarê hemû pêkhateyên netewî û olî ye û cihê pêkvejiyanê ye û sembola biratiyê ye.”