PDK û YNKê aktîvkirina parlemantoyê ligel Yekgirtû gotûbêj dikin
PDK û YNKê mîkanîzma aktîvkirina parlemantoyê ligel Yekgirtû gotûbêj dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda hevbeş a Partiya Demokrata Kurditanê (PDK) Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) mîkanîzma aktîvkirina parlemantoyê ligel Yegirtûya Îslamî ya Kurdistanê gotûbêj dike.
Şanda hevbeş a PDK û YNKê îro li Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina mîkanîzma aktîvkirina parlemantoyê ligel wê partiyê ye.
Ev di demekê de ye, duh PDK û YNKê li Hewlêrê ligel Tevgera Goranê û Komela Îslamî civiyan û biryar e îro Şaneya Rêvebir a Tevgera Goranê bersiva PDK û YNKê bo aktîvkirina parlemantoyê bide.
