Li maleke navçeya Sûra Diyarbekirê teqînek çêbû

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, vê sibê teqînek çêbû û jinek bi navê Bedîha Daşlik bi giranî birîndar bû

K24 Navenda Nûçeyan

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, vê sibê teqînek çêbû û jinek bi navê Bedîha Daşlik bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyan, Daşlik li hewşa mala xwe alavek dîtiye û dema xwestiye bigre destê xwe, di destê wê de teqiyaye.

Di encama teqînê de ji dest û singa xwe birîndar dibe û yekser ji bo nexweşxanê hat veguhestin.