Caferî: Şer di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de hêla sor e

Wezîrê Derve yê Iraqê di daxuyaniyekê de red kir ku ti rûbirûneke leşkerî di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge rû bide, rûbirûbûna leşkerî di nabera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bi “Hêla sor” binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Iraqê di daxuyaniyekê de red kir ku ti rûbirûneke leşkerî di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge rû bide, rûbirûbûna leşkerî di nabera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bi “Hêla sor” binav kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî, di daxuyaniya xwe de behsa wan bijardeyan nekir, ku piştî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, Bexda digre ber.

Birêvebirina referandûmê di 25ê Îlonê de, hikûmet û aliyên Iraqî dilgiran kirine û daxwaza paşxistina referandûmê û gotûbêja zêdetir ligel Herêma Kurdistanê dikin.

Lê Herêma Kurdistanê red kir, bêyî ti gerentiyeke navdewletî wê proseyê bipaş bixe û tekez dike ku referandûm di dema xwe ya diyarakirî de bi rê ve diçe.