Li Bakur daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî tê kirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo destpêka sala nû ya perwerdehiyê di 18'ê Îlonê de dibistan tên vekirin û ev yek jî bû sedem ku car din guftûgoyên li ser daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî di nav civaka Kurdan de bê kirin.

 

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo destpêka sala nû ya perwerdehiyê di 18'ê Îlonê de dibistan tên vekirin û ev yek jî bû sedem ku car din guftûgoyên li ser daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî di nav civaka Kurdan de bê kirin. Li gorî nirxandinên pispor û zimanasan; zarokên ku bi zimanê dayîkê perwerdehiyê nebînin, bandorên neyînî yên têgihîştinê li hînbûyîna wan dibin. Mamosteyên Zimanê Kurdî jî diyar dikin ku heta mafê zimên di zagona bingehîn de neyê mîsogerkirin, dê pirsgirêka perwerdehiyê çareser nebe.

Li Tirkiye û bajarên bakur, destpêka vekirina dibistanan a sala 2017'an di 18'ê Îlonê de hat diyarkirin û li nav xwendekar û malbatan, liv û tevgera perwerdehiyê dest pê kir. Ji ber ku li bakûr jî pergala perwerdehiyê bi zimanê Tirkî ye, ev yek dibe sedem ku her sal bi hezaran zarok ji ber xerîbiya zimên tengasiyan bijîn û daxwaza perwerdehiya bi Zimanê Kurdî di rojevê de bimîne.

Akademîsyen û Pisporê Zimanê Kurdî Profesor Şerîf Derînce, li ser mijara perwerdehiyê dide zanîn ku; derfetên ji aliyê dewletê ve ji bo zimanê Kurdî hatine dayîn, têr nakin û pêdivî bi gavên mezintir heye.

Dr. Şerîf Derînce  ji K24ê re wiha axivî: "Dewletê ji aliyekê ve xwest daxwaza perwerdehiya bi Zimanê Kurdî lawaz bike û gava Dersên Hilbijartî li dibistanan avêt. Lê dît tevî ku ders 2 saet in û qelsiyên perwerdehiya van desrsan hebûn, dîsa jî di nav gel de di nav zarokên Kurdan de hişyariyek çêbû; niha jî dewlet dixwaze vê hişyariyê qels bike, nikare paşve jî gav bihavêje lê ji bo qelskirina vê gavê hewil dide."

Di sala 2014'an de bi pêşengiya Sendîkaya Perwerdehiyê, Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî û Malên Piştgiriya Perwerdehiyê yên girêdayiyê şaredariyan; li Diyarbekir, Cizîra Şirnexê û Mêrdînê Dibistanên Zimanê Kurdî hatibûn vekirin. Di pêvajoya ku ji aliyê rayedarên dewletê ve pêşî li zimanê Kurdî hatibû vekirin de ji bilî van dibistanan, li piraniya bajarên bakûr qursên taybet ên zimên jî dihatin dayîn. Piştî girtina van sazî û dezgehên Zimanê Kurdî yên piştî Hewila Derbeya leşkerî, ev yek di nav xelkê de jî rastî nerazîbûnan hatibû. Mazhar Aktaş ku hem mamosteyê fermî ye hem yek ji mamosteyên Zimanê Kurdî ye; pêdiviya perwerdehiya bi zimanê dayîkê wiha rave dike.

Mamoste Mazhar Aktaş got: "Heger zarok bi zimanê dayîkê perwerdehiyê nebînin, nabe. Min bixwe mamostetiyê kiriye, min bixwe ew êş û azar kişandine û êş û azarên ku zarok niha dikişînin, em dibînin. Ji ber vê yekê gavên hatine avêtin, kêm in. Divê mafê zimên di zagona bingehîn de cihê xwe bigire ku perwerdehiya bi Zimanê Kurdî mîsoger bibe."

Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê ya sala 1925'an, bi Plana Şark Îslahatê Zimanê Kurdî li qadên gelemperiyê hatiye qedexekirin. Di wê pêvajoyê de ziman di nav malên Kurdan de sînorkirî maye û ji bo her peyva ku li derve hatiye axaftin jî cezayê pereyî hatiye birîn. Li gorî lêkolîner û zimanzan radigihînin; ji wê pêvajoyê heta niha gelek pêşveçûn çêbûne. Li gorî nirxandinên mamosteyan jî heta mafê perwerdehiyê ji bo Zimanê Kurdî neyê dayîn; ew ê di pergala perwerdehiyê de çareserî pêk neyên.