Şêrwan Duberdanî: CVyên berbijarên PDKê radestî Elî Zeydî hatine kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - PDKê lîsteya berbijarên xwe ji bo postên kabîneya bê ya hikûmeta Iraqê pêşkêşî Serokwezîrê raspartî yê Iraqê kir; Şêrwan Duberdanî ji Kurdistan24ê re eşkere dike ku erkê Zeydî bi xetera "derbazbûna dema destûrî" re rûbirû ye; eger berî Cejna Qurbanê kabîneya xwe pêk neyîne.
Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî îro (Yekşem, 10ê Gulana 2026ê) di derheqa pêkanîna hikûmeta nû ya federal û tevlîbûna Kurdan di kabîneya nû de bû mêvanê geşta nûçeyan a saet 12:00 ya Kurdistan24ê, ku ji aliyê Kovan Izet ve tê pêşkêşkirin.
Duberdanî diyar kir ku biryar e PDK di kabîneya bê ya Elî Zeydî de Wezareta Derve, Wezareta Avedankirinê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werbigre. Amaje bi wê yekê jî kir ku dibe pişkên partiyan di çend saetên bê de bên guhertin.
Li gorî gotina wî Şêrwan Duberdanî, PDKê nav û CVyên berbijarên xwe ji bo wan her sê postan pêşkêşî Elî Zeydî kirine; lê got: "Em nizanin berbijar kî ne û zanyarên me li ser navan nînin."
Navbirî eşkere jî kir ku her aliyekî siyasî 3 CV ji bo her postekî pêşkêşî Elî Zeydî kirine û ew bi xwe dê yekî ji wan hilbijêre. Herwiha got: "Zeydî naxwaze tu wezîrekî kabîneya berê ya Sûdanî di kabîneya nû de bihêle û çend navek red kirine; vê yekê jî arêşe di rêya pêkanîna hikûmetê de çê kirine."
Di derheqa dema rûniştina parlamentoyê ji bo dengdana li ser kabîneya Elî Zeydî; Parlamenterê PDKê eşkere kir ku wan ji hin parlamenterên Şîe bihistiye ku arêşe di navbera hêzên siyasî de derketine.
Duberdanî herwesa got: "Eger îro ew arêşe bê çareserkirin, vê Sêşemê (12ê Gulanê) yan vê Çarşemê (13ê Gulanê) parlamento dê ji bo bawerîdayîna bi wê kabîneyê bicive; Eger na, dengdan dê ji bo piştî Cejna Qurbanê bê paşxistin ji ber ku hejmareke zêde ya parlamenteran diçe Hecê."
Navbirî hişyarî jî da ku eger dengdana li ser kabîneya nû ji bo piştî Cejna Qurbanê bê paşxistin, ji aliyê destûrî ve 30 rojên li ber destê Elî Zeydî dê bi dawî bibin û bi zehmet ew bikare hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne.
Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî li roja Pêncşemê, 07ê Gulana 2026ê, karnameya wezarî ya hikûmeta nû ya Iraqê pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî kiribû.
Li gorî destûra Iraqê, Serokwezîrê raspartî tenê 30 roj hene ku kabîneya hikûmetê pêk bîne û baweriyê ji parlamentoyê werbigre. Pêvajoya pêkanîna hikûmetê li Iraqê berdewam li gorî bingeha pişkan û lihevkirina aliyên sereke tê birêvebirina û gelek caran rûbirûyî paşketinê dibe.