Necmedîn Kerîm hate deng

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi riya nivîsgeha xwe re biryara dûrxistinê ya ji aliyê parlementoya Iraqê ve derketiye red dike û radigihîne, ewê di xizmeta xelkê parêzgeha Kerkûkê de berdewam dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi riya nivîsgeha xwe re biryara dûrxistinê ya ji aliyê parlementoya Iraqê ve derketiye red dike û radigihîne, ewê di xizmeta xelkê parêzgeha Kerkûkê de berdewam dibe.

Parêzgarê Kerkûkê dibêje, biryara parlementoya Iraqê bûç e û ji bo xizmetkirina welatiyên Kerkûkê ku deng dane wî, di posta xwe de dimîne.

Necmedîn Kerîm dibêje: “Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi yasaya parêzgehan ve ne girêdayî ye, lê li gor yasaya Bremer kar dike, ku di yasayê de tê got (Diyarkirin û dûrxistina parêzar, tenê ji desthilata encûmena wê parêzgehê ye)

Herwiha di daxuyaniya nivîsgeha Parêzgarê Kerkûkê de hatiye, “Ew cure biryar, Kurdistanî neçar kirin ku biryara referandûmê bidin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bi riya berdevkê xwe re biryara parlemantoya Iraqê red kir û ragihand, “bi vê gava parlemantoya Iraqê, careke din hevparî şikand, destûr binpê kir û binemaya tewafiqê nehêşt. Herwiha vegerî ji perensîpa piranî û kêmanî re.”