Amerîka: “Em haydarî encamên civînên McGurk û serkirdatiya Kurdî nebûne.”

Wezareta derve ya Amerîka ragihand, ew haydarî encamên cvînên serkirdatiya Kurdî û nûnerê serokê Amerîka di hevpeymana li dijî DAIŞê de Brett McGurk de nebûne.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Amerîka ragihand, ew haydarî encamên cvînên serkirdatiya Kurdî û nûnerê serokê Amerîka di hevpeymana li dijî DAIŞê de Brett McGurk de nebûne.

Peydara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert, derbarê bedîlê civaka navdewletî pêşkêşî serok Barzanî kiriye bi armanca paşxistina referandoma serxwebûna Kurdistanê, ragihand: “Ew haydarî naverok û encamên wan civînan nebûne, ku di navbera nûnerê serokê Amerîka di hevpeymana dijî DAIŞê de Brett McGurk û serkirdatiya Kurdî de hatin lidarxistin.

Daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka di demekê de ye, ku duh serok Barzanî li gel nûnerên Amerîka, Birîtanya û Netewên Yekgirtî civya bû, û têde welatên mezin ên cîhanê bedîlek ji bo paşxistina referandomê radestî serok Barzanî kirin, ji aliyê xwe ve serok Barzanî ragihand: “Ewê dîrasa wî bedîlî bikin û bersiva wan bidin.”