Encûmena Bilind a Referandûmê bersiva bedîlê civaka navdewletî dide

Biryar e roja Duşemê 18ê Îlonê Encûmena Bilind a Referandûmê bersiva bedîlê civaka navdewletî bide, ku roja 14ê li hember paşxistina referandûma Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e roja Duşemê 18ê Îlonê Encûmena Bilind a Referandûmê bersiva bedîlê civaka navdewletî bide, ku roja 14ê li hember paşxistina referandûma Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û endamê Encûmena Bilind a Referandûmê Seidî Pîre ji K24ê re ragihand, roja Duşemê Encûmena Bilind a Referandûmê bersiva bedîlê civaka navdewletî dide.

Li gor zanyariyan jî, endamê Encûmena Bilind a Referandûmê Mihemed Hacî Mehmûd ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” a Londonî re ragihandibû, nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk û Balyozên Amerîka, Brîtanya û Fransayê û Nûnerê NY yên li Iraqê daxwaz dikin Herêma Kurdistanê referandûmê 2 salan bipaş bixe û li hemberê jî ew dosyê dibin nava guftûgoyên Netewên Yekgirtî û çavdêriya guftûgoya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê dikin.