Fûad Meisûm destpêşxeriyek ragihand
Fûad Meisûm: “Welatê me di kirîzeke siyasî re derbas dibe û tevahiya piroseya siyasî û berjewendiyên bilind ên niştimanî di metirsiyê de ne û ji ber berpirsatiya me hemberî destûrê, nabe ew kirîz bê piştguhkirin.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Iraqê Fûad Meisûm di daxuyaniyekê de, ku kopiyeke wê gihiştiye K24ê dibêje: “Welatê me di kirîzeke siyasî re derbas dibe û tevahiya piroseya siyasî û berjewendiyên bilind ên niştimanî di metirsiyê de ne û ji ber berpirsatiya me hemberî destûrê, nabe ew kirîz bê piştguhkirin.”
Herweha di daxuyaniyê de hatiye: “Ew yek pêwîst dike bangê li tevahiya aliyên pêwendîdar, bi taybetî nûnerên herdu desthilatên yasadanîn û bicîkar li ser astê Herêma Kurdistan û desthilata Ithadî bikin, daku li pêşya wê kirîzê rawestin û çare bikin.”
Di beşekî din ji daxuyaniyê, Meisûm daxwaz dike, li ser bingeha hevparî û têgihiştê li xwesteka xelkê Herêma Kurdistan û tevahiya welatiyan, kar ji bo lihevkirinê were kirin.
Meisûm dibêje: “Ji ber pêwîstiya berjewendiya giştî, me biryar da, reşnivîsa gotûbêjan û destpêşxeriyekê ji bo danûstandinan pêşkêş bikin û ji serkirde û berpirsên hêzên siyasî daxwaz bikin, ji bo lidarxistina civînên berdewam ji bo dîtina çareyekê lezgîn daku vê kirîzê derbas bike û pêkve karê hevbeş bikin ji bo bidestxistina armancên hevbeş.