Wezîrê derve yê Iraqê: Kurd dixwazin dewleta Kurdistan a mezin ava bikin
Ceiferî "Kurd xewna avakirina Dewleta Kurdistan a mezin li pênc welatan dibînin û li pêşiya wan pênc welatan, wê ji Iraq destpê bikin."
K24- Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Iraqê Ibrahîm Ceiferî tekez kir ku nîşandana berdewam ya Herêma Kurdistanê bi pirsa serxwebûnê, bandorê li ser pirensîpên Iraq û Yekîtiya axa wê dike, û got: "Kurd xewna avakirina Dewleta Kurdistan a mezin li pênc welatan dibînin û li pêşiya wan pênc welatan, wê ji Iraq destpê bikin."
Ceiferî ji kenala “ON Live” ya Misrî re ragihand: "Kurd dixwazin xewna Kurdistan a mezin bicî bikin."
Navhatî bi riya wê kenalê daxwaz ji Misrê kir ku li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve, û got: "Roleke mezin ji Misirê re heye di parastina yekîtiya Iraqê de, ji ber ku Misir mezintir welatên erebî ye û maf jê re heye beramberî karta referandoma Herêma Kurdistanê, metrisiya wê pêngavê bide xuyakirin."
Wezîrî derve yê Iraqê diyar kir, ku ezmûneke baş li cem Misrê heye di warê himêzkirina welatên erebî de û dikare diyar bike ku "Referandom ne bi wê hêzê ye ku bi riya wê gefê li me bikin."