Pisporekî yasaya navdewletî: Ti rêgiriyek li pêş serxwebûna Kurdistanê de nîn e

Mamosteyekî yasa û pêwendiyên navdewletî li zanîngeha Amerîka dibêje, di warê yasaya navdewletî de, ti rêgiriyek li pêş serxwebûna Kurdistanê de nîn e û nerazîbûna Iraqê jî li ser biryara serxwebûna Kurdistanê, li ser asta civaka navdewletî ti buhaya wê nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mamosteyekî yasa û pêwendiyên navdewletî li zanîngeha Amerîka, yasayîbûna plana Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlonê de zelalî dike û amaje bi wê dide, di warê yasaya navdewletî de, ti rêgiriyek li pêş serxwebûna Kurdistanê de nîn e û nerazîbûna Iraqê jî li ser biryara serxwebûna Kurdistanê, li ser asta civaka navdewletî ti buhaya wê nîn e.

Di gotarekê de Paul Williams de ku li rojnameya eliktironî ya “HUFFPOST” belav kiriye, tê de yasayîbûna referandûma serxwebûna Kurdistanê zelal dike.

Ew yasayanas behsa ezmûna ragihandina serxwebûna Kosovo dike, ku bi awayekî tekalî serxwebûna xwe ragihand û amaje bi bê jî dide, dadgeha navdewletî ew pirs yekalî kir û cara dawî li ser pirsa serxwebûna Kosovo da û cudabûna wê pejirand.

Diyar kir jî, di sala 2008an de, hikûmeta demkî ya Kosovo tekalî serxwebûna xwe ragihand, ev jî bû sedema merazîbûna Sirbia û di riya Netewên Yekgirtî re gilî li dijî wê tomar kir.

Piştî du salan dadgeha navdewletî biryar da û ragihandina serxwebûna Kosovo bi awayekî tekalî, ne binpêkirina ti binemayeke yasaya navdewletî ye.

Dadgeha Navdewletî ragihandibû, yasaya navdewletî, ragihandina serxwebûnê qedexe nekiriye.

Wî yasanasî diyar kiriye, ji sala 1905 ta sala 1991an, 51 herêman bê razemendiya dewleta sereke referandûnên serxwebûnê kirine, di dewiyê de ew hemû bûn dewletên serbixwe, wek mînak, hemû dewletên di çarçova Yekîtiya Sovyêt de û Yugoslafia.

Bi destpêkirina tevgera Kurdistanê bo referandûmê re, ya girîng li ber çavan were girtin ew e, berûvajî nêrînên hene, ku gavên Kurdistanê bo birêvebirina referandûma serxwebûnê, bi yasayên navdewletî re na nakok in.