Perlemana Kurdistanê derengxistina mûçeyan gotûbêj dike

Îro desteya serokatiya Perleman û serokên firakisyonên nav perlemana Herêma Kurdistan, ji bo gotûbêjkirina sîstema derengxistina mûçeyê fermanberan bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro desteya serokatiya Perleman û serokên firakisyonên nav perlemana Herêma Kurdistan, ji bo gotûbêjkirina sîstema derengxistina mûçeyê fermanberan bicivin.

Cîgirê serokê komîteya pîşesaziyê di Perlemana Kurdistanê de Dilşad Şeiban ji K24ê re ragihand: "Civîna desteya serokatiya Perlemana Kurdistanê û serokên firakisyonan gellekî giring e û têde wê behsa çawaniya derengxistina mûçe û sîstema bayometrî ya mûçexuran tê kirin."

Piştî ku roja 15/9/2017  Perlemana Kurdistanê hat ektîvkirin û di yekem civîna xwe de biryara encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê pesend kir, biryar e îro jî diwem civîna Perleman behsa derengxistina mûçê fermanberan bike.