Rêketina Rûsneft û Herêma Kurdistanê ket warê bicîkirinê de
Kompaniya Rûsneft ya Rûsî li Herêma Kurdistanê, veberhênanê di warê damezirandina boriya xaza siruştî de dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kompaniya Rûsneft ya Rûsî li Herêma Kurdistanê, veberhênanê di warê damezirandina boriya xaza siruştî de dike.
Rûsneft di daxuyaniyekê de belav kir, bi nêzîkbûna roja referandoma serxwebûna Kurdistanê, kompaniya Rûsneft pabendûna ji Herêma Kurdistanê re tekez dike û di demeke nêzîk de wê dest bi kişandina boriya xaza siruştî, ji Herêma Kurdistanê heya Turkiyê û Ewropa bike.
Li gorî jêderekî agahdar, têçûya kişandina wê boriyê digihêje yek milyar dolar, ew jî di demekê de ye, ji destpêka îsal ve, kompaniya mezin ya navhatî ku di warê enerciyê de kar dike, biryar da petrol Kurdistan bikere û veberhênanê di çend zeviyên petrolê de bike.
Di roja 2/6/2017an de, dema beşdarîkirina şanda Herêma Kurdistan bi serpereştiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîna korbenda abûriya cîhanî de li Rûsya, girêbestek di navbera Herêma Kurdistan û kompaniya Rûsneft ya Rûsî de, ji bo dema 20 salan hat îmzekirin.