Nêçîrvan Barzanî: Serdan McGurk helwesta serkirdatiya Kurdistan ji referandomê neguhertiye
Serokwezîrê Herêma Kurdistan red kir ku serdana nûnerê serokê Amerîka di hevpeymana li dijî DAIŞê de Brett McGurk, helwesta serkirdatiya Kurdistanê beramber referandomê guhertibe.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistan red kir ku serdana nûnerê serokê Amerîka di hevpeymana li dijî DAIŞê de Brett McGurk, helwesta serkirdatiya Kurdistanê beramber referandomê guhertibe.
Nêçîrvan Barzanî ji kenala "RUSSIA TODAY" re diyar kir, ku helwesta Amerîka berî serdana McGurk zelal bû û serkirdaytiya Kurdistanê rije li ser encamdana referandomê di dema destnîşankirî de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku biryara perlemana Iraqê bandorê li ser piroseya encamdana referandomê nake û got: “Destnîşankirina sînorên Kurdistanê wê bi riya diyalogeke ciddî be ku piştî encamdana referandomê emê li gel Bexdayê gotûbêj bikin.”
Herweha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku heya niha civaka navdewletî bersiva pirsên wan nedaye û bedîlekî baş pêşkêş nekiriye ku gelê Kurdistanê pê qayil bibe.