Wezîrê Darayî û Aborî dest ji Tevgera Goranê berda

Wezîrî Darayî û Aborî di hkûmeta Herêma Kurdistanê de Rêbaz Hemlan di peyamekê de ku wêneyek jê ji K24ê re şandiye, destvekişandina xwe ji Tevgera Goranê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrî Darayî û Aborî di hkûmeta Herêma Kurdistanê de Rêbaz Hemlan di peyamekê de ku wêneyek jê ji K24ê re şandiye, destvekişandina xwe ji Tevgera Goranê ragihand.  

Rêbaz Hemlan di peyama xwe de bi hûrî ezmnûna xwe ya siyasî û karê rêxistinî di Tevgera Goranê de behs kiriye û amaje bi wê kiriye, ku beşek ji berpirsên Goranê daxwazên ne yasayî jê kirine û wî jî ew daxwaz cibicî nekirine, loma ew bi xiyanetê hatiye tuhmetbarkirin.

Rêbaz Hemal di peyama xwe de dibêje, Ji ber wan sedeman, êdî nikarim di nava Tevegera Goranê de berdewam bikim. Herwiha amaje bi wê jî dide, di nava Goranê de gelek kes hene ku bîr û baweriyên wan wek wî ne.

Tekez jî dike, ji bilî wan hemû qurbaniyan, Tevgera Goranê biryar neda ku piştevaniyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê bike, di demekê de welatiyên Kurdistanê dawaza wê yekê kirin ku pirsgirêkan bidin aliyekî, ji bo mafê netewî.

Herwiha behsa wê yekê jî dike, ku parlemanto bê merc hat aktîvkirin, lê Tevgera Goranê amade nebû ku beşdarî aktîvkirina parlemantoyê bibe.