Baydemîr: Girtina Ayhan Bilgen siyasî ye
Peyvdarê HDPê dide xuyakirin, biryara girtina Ayhan Bilgen siyasî ye û kesek ku ji hêla dadgehê ve serbest bê berdan, nabe careke din bê girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê HDPê dide xuyakirin, biryara girtina Ayhan Bilgen siyasî ye û kesek ku ji hêla dadgehê ve serbest bê berdan, nabe careke din bê girtin.
Peyvdarê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Osman Baydemîr, derbarê biryara girtina parlamenterê wan Ayhan Bîlgen de civîneke çapemenî lidar xist û da xuyakirin, careke din hatiye dîtin ku biryarên derbarê HDPê de ji hêla Koşka Serokomariyê ve tên dayîn.
Da zanîn, eger dadgeh biryara berdanê bide, tu dezgeh nikare careke din daxwaza girtine bike û di vê bûyerê de, bi awayek aşkera yasa hatine binpêkirin.
Baydemîr got, dozger, dadwer û birêveberên ewlekariyê ku ev dosya amade kirine, niha ji tometbariya endamtiya Cemaeta Gulen girtî ne û bang li Wezîrê Dadê dike ku, dadwerane tevbigerin.
Ayhan Bîlgen serê salê bi tometa endamtiya PKK hatibû girtin û 8'ê vê mehê serbest hatibû berdan û îro careke din biryara girtina wî hat dayîn.