Li taxa Wasit ya bajarê Kerkûkê bombeyek bi otombêlekê ve teqiya
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand, ew bombe bi otombêla mamostayekî zanîngehê ve hatibû çespandin û li gorî zanyariyên destpêkî ti ziyaneke canî ji encama teqîna wê çênebûye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand, ew bombe bi otombêla mamostayekî zanîngehê ve hatibû çespandin û li gorî zanyariyên destpêkî ti ziyaneke canî ji encama teqîna wê bombeyê çênebûye.
Welatiyê ku bombe li jêr otombêla wî hatibû çespandin ji Kurdistan 24ê re ragihand: "Ew kar ne li dijî min bû wek kes, lê ew ji bo têkdana aramî û têkelkirina kaxezan bû, lê sipas ji bo Xweda ziyanên giran çênebûn, tenê ziyaneke kêm li otombêlê hatiye, û dezgehên emnî zû bi hewara me ve hatin."
Ev yek di demekê de ye, şemiya derbasbûyî teqînek li taxa Wehde ya Kerkûkê çêbû, di encamê de kesekî cane xwe jidest da û 9 kesên din jî birîndar bûn.