Ebadî: Şer di navbera Kurd û Ereban de çênabe

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand: "Heger şer di navbera Kurd û Ereban de çêbibe, wê hedru alî ziyanê bibînin û hikûmeta Iraqê şer naxwaze û xwe ji bo şer amade nake.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand: "Heger şer di navbera Kurd û Ereban de çêbibe, wê hedru alî ziyanê bibînin û hikûmeta Iraqê şer naxwaze û xwe ji bo şer amade nake.”

Ebadî got:"Dema behsa şer di navbera Kurd û Ereban de tê kirin, ev tê wateya jinavçûna hemûyan, em naxwazin bikevin nav wan aloziyan de, em ne sitemkar in û em naxwazin kes me bikşîne rewşa şer, ji ber ku deryê me ji bo hemû corên diyalogê vekirî ye."

Navhatî tekez kir: “ew roj nayê ku Iraqî li dijî hev şer bikin, ji ber ku hemû hevpar in di vî welatî de û hikûmet rijde li ser parastina Iraqiyan li her deverekê.”

Serokwezîrê Iraq got jî: "Heger sînor ji aliyekî ve bê guhertin, wê ew yek deriyê rijandina xwînê veke, lê bi riya rêketin û berjewendiyên hevbeş, emê kêşeyan çareser bikin û li şûna nakokiyan emê alîkariya hev bikin."

Daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê di demekê de ne, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berdewam di festîvalên piştevaniya referandumê de daxwaz dike, ku ti kes bi zimanê gefan bi gelê Kurd re neaxive û dibêje: “Emê bi diyalogê û bi aştiyê sînoran destnîşan bikin.”