Alîkariyên Amerîka ji bo Pêşmerge wê berdewam bin

Berpirsekî Amerîkî ku nexwest nave wî bê eşkerekirin tekez kir, ku welatê wî dê li ser şandina alîkariyên serbazî û madî ji bo hêzên Pêşmerge berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Amerîkî ku nexwest nave wî bê eşkerekirin tekez kir, ku welatê wî dê li ser şandina alîkariyên serbazî û madî ji bo hêzên Pêşmerge berdewam be.

Wî berpirsê pile bilind yê Amerîkî ji rojnameya The Washington Post  re ragihand: “Di dema gotûbêjên berpirsên Amerîkî li gel serkirdatiya Kurd ji bo paşxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê, bi ti awayî behsa birrîna alîkariyên serbazî û madî li ser hêzên Pêşmerge nehat kirin û Amerîka ew yek nekiriye guvaş li dijî Kurdan ji bo paşxistina referandumê.”