Amerîka bi sedan melyon dolar ji bo biçekkirina û mûçeyê hêzên Pêşmerge terxan kir

Amerîka budceya berevaniyê ji bo sala 2018an pesend kir û di wê budceyê de pişkek ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên Sûrya Demukrat hatiye terxankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena pîran ya Amerîka bi piraniya dengan pirojeyê budceya berevaniya Amerîka ji bo sala 2018an pesend kir û di wê budceyê de pişkek ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên Sûrya Demukrat hatiye terxankirin.

Budceya wezareta berevaniya Amerîka ji bo sala dahatî 700 milyar dolar e û 60 milyar dolar ji wê budceyê ji bo piroseyên serbazî yên Amerîkî li Iraq, Sûrya û Efxanistan hatiye terxankirin.

Herweha beşekî berbiçav ji budceyê, ji bo piroseyên serbazî û şerê dijî terorê li derveyî Amerîka bi taybet şerê DAIŞê hatiye veqetandin.

Ji bo hêzên Pêşmerge 360 milyon dolar ji bo mûçeyî 36 hezar Pêşmergeyên Herêma Kurdistan hatiye destnîşankirin.