Mîr Tehsîn ji êzdiyan dixwaze deng ji bo serxwebûnê bidin
Mîrê êzdiyan li Kurdistan û cîhanê, di peyamekê de ji bo kurdên êzdî li nav û derveyî Kurdistan, daxwaz kir beşdariyeke ektîv di referanduma serxwebûna Kurdistan de bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Mîrê êzdiyan li Kurdistan û cîhanê, di peyamekê de ji bo kurdên êzdî li nav û derveyî Kurdistan, daxwaz kir beşdariyeke ektîv di referanduma serxwebûna Kurdistan de bikin.
Mîr Tehsîn Beg di kongirekî rojnamevanî de daxwaz ji hemû Kurdên Êzdî kir, “bi jin û mêr û ciwanan li her cihekî bin, beşdariyeke çakal di referandumê de bikin û deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.”
Mîr Tehsîn got jî “Roja 25/9/2017an rojeke giring e di jiyana êzdiyan û tevahiya Kurdistaniyan de, lewra hemû herin ser sindoqên dengdanê û bi belê deng bidn.”
Herweha Mîrê Êzdiyan got: “Dewleta Kurdistan wê mafên Êzdiyan û hemû pêkhateyên din biparêze.”