Encûmena asayişa netewî ya Tirkiyê helwesta xwe li ser referandumê diyar kir
Encûmena asayişa netewî ya Tirkiyê derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand, Tirkiye di çarçoveya rêketinên du alî û navdewletî parastina mafê xwe dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena asayişa netewî ya Tirkiyê derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand, Tirkiye di çarçoveya rêketinên du alî û navdewletî parastina mafê xwe dike.
Îro encûmena asayişa netewî ya Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayip Erdogan, ji bo dema 3 demjimêran, taybet bi pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê civiya.
Piştî civînê, encûmena navhatî, encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bi "nerewa û nepesendkirî" binav kir û daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir, ku dev ji encamdana referandum berde.
Biryara encûmena asayişa netewî ya Tirkiyê bi zelalî behsa ti tedbîran li dijî Herêma Kurdistanê nekiriye û corê siza û rêkaran jî diyar nekiriye.
biryar Tirkiyê piştî wê yekê hat, ku îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotarekê de li studayoma navdewletî ya Ferrenso Herîrî ragihand: “Emê 25vê mehê referandumê encam bidin.”