Dengdana elîktronî ji bo referanduma serxwebûnê destpê kir
Dengdana elîktronî ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê destpê kir û yekem welatiyê Kurdistanê li welatê Çînê, deng da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dengdana elîktronî ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê destpê kir û yekem welatiyê Kurdistanê li welatê Çînê, deng da.
Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, demekê kin berî niha, lînka dengdana elîktronî, ji aliyê komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartin û rapirsiyê ya Herêma Kurdistan ve hat ektîvkirin û welatiyên revendên Kurdistanî li seranserî cîhanê dikarin deng bidin.
Komîsyona bilind lînka www.e-voting.krd taybet kiriye ji bo dengdana welatiyan li derveyî welat bi awayekî elîktronî.
Dengdana elîktronî ji 23yê Êlûnê ve destpê dike û welatê Çînê yekem welat bû ku derbasî roja 23yê Êlûnê bû û Kurdistaniyên li wî welatî berî hemû welatên cîhanê deng dan.