Barzanî: Helwesta Rûsya cihê şanaziyê ye û daxwaz ji Tirkiyê dikin xwe ji zimanê gefê biparêze

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova hevpeyvînekê ligel beşê Farisî yê “Dengê Amerîka” de derbarê hewlesta Washingtonê de ragihand, “Cihê sersamiyê ye. Me ti tawanek nekiriye, ku bi vî awayî helwestê bigire.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova hevpeyvînekê ligel beşê Farisî yê “Dengê Amerîka” de derbarê hewlesta Washingtonê de ragihand, “Cihê sersamiyê ye. Me ti tawanek nekiriye, ku bi vî awayî helwestê bigire.”

Serok Barzanî derbarê birêvebirina referandûmê de got: “Ti ji pêşniyaran cihê referandûmê nagirin. Referandûm ne dawiya cîhanê ye. Piştî referandûmê danûstandinan ligel Bexdayê dikin, heger ew niha referandûmê red bikin, tê wê wateyê ku ew tiştekî qebûl nakin. Ew bi ti awayekî ne di niha de û ne di pêşerojê de referandûmê qebûl nakin. Em ne di niha de û ne di pêşerojê de ku bibin beşek ji Iraqê qebûl nakin.”

Di wê hevpeyvînê de, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi rola Rûsyayê kir û got: “Helwesta Rûsyayê gelekî cihê şanaziyê ye, nabêjim ku piştevanî kiriye, lê dijayetî jî nekiriye, ev gelekî cuda ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê behsa qonaxa piştî referandûma serxwebûnê kir û got : “Piştî referandûmê derbarê diyarkirina sînor û dabeşkirina av, petrol, gaz û proseyên din ligel Bexdayê danûstandinan dikin, dixwazin bibin du cîranên baş û pirsgirêkan çareser bikin, dikarin du salan jî danûstandinan bikin.”

Serok Barzanî derbarê nîgeraniya Amerîka ya li ser, referandûm bandorê li şerê DAIŞê de dike, got: “Nîgeraniya Amerîka li ser bandora referandûmê li ser şerê DAIŞê ne durist e û berûvajî wê, ew tenê bihane ye.”

Serok Barzanî careke din amaje bi rola hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir û got: “Pêşmerge efsaneya DAIŞê şikand û piştî referandûmê jî hevkarî di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de berdewam dibe.”

Barzanî li ser pirseke taybet bi cîranên Kurdistanê bersiva da: “Dema nîgeranî û dijayetiya welatên cîranan derbas bûye, dema wê hatiye ku ji peymanên Sykes-Picot, Sento, Seid Abad û Lozanê derkevin. Dema wê hatiye ku bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin û ji bo wê jî amade ne qurbaniyan bidin.”

Li ser helwesta Tirkiyê ku beşek mezin ji bazirganiya Herêma Kurdistanê ligel wî welatî ye, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Dixwazin û hewl jî didin ku referandûm bandorê li ser pêwendiyêm me neke. Bi aşkere dixwazim vê peyamê bighînim berpirsên Tirkiyê, ku xwe ji zimanê gefê biparêzin, ji ber ku wî zimanî qebûl nakin.”

Derbarê perçeyên din yên Kurdistanê, Serok Barzanî ragihand, “Kurd li welatên cîran taybetmendiyên xwe hene, em hanê didin wan bi awayekî aştiyan bi dewletên xwe re birêk bikevin, lê rewşa me cuda ye û pêwendiya wê bi Kurdistana Iraqê heye.”

Careke din Serok Barzanî behsa sînorên Kurdistanê kir û got: “Referandûm sînoran diyar neke, sînorên Kurdistanê bi diyalogê diyar dibin.”

Barzanî ew dengoya behsa plana girêdana Rojavayê Kurdistanê ser bi Herêma Kurdistanê ve dikin, ta pêwîstiya Kurdistanê bi sînorên Îranê û Tirkiye nemîne, yan kêm bibe, red kir.

Barzanî li ser helwesta Tevgera Goranê û Komela Îslamî de ragihand, “Hez dikim beşdarî referandûmê bana, lê di rastiyê de xelkê Kurdistanê pirsgirêkên partîtî derbas kiriye û referandûm bûye pirseke niştimanî, her partiyek ne ligel wê be, li dû karwanê dimîne.”

Di dawiya hevdîtinê de û derbarê helwesta Bexdayê ya li ser referandûmê de, Serok Barzanî dibêje: “Helwesta Bexdayê ji referandûmê girêdayî helwesta Amerîka ye, heger Amerîka tund yan nerm be, Bexda jî bi wî awayî kar dike.”