Encûmena bilinda referandumê: Referandum wê di dema xwe de bê encamdan
Encûmena bilind a referandumê, ragihand: “Referendum nehatiye paşxistin û ewê di dema xwe de bê encamdan.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena bilind a referandumê, ragihand: “Referendum nehatiye paşxistin û ewê di dema xwe de bê encamdan.”
Têksta daxuyaniya Encûmena bilind a referandumê:
“Di hejmarek dezgehên ragihandinê de, li ser bingeha nivîseke birêz Pavêl Talebanî dengoyek tê beavkirin, ku Partî û Yekîtî pakêca Netewên Yekgirtî û Amerîka û Firensa û Birîtanya pesend kirine û referandum paş xistinê.”
Bi gist em dibêjin: “Ti bingeh ji wê nûçeyê re tune ye û dûr e ji rastiyê û referandum wê di dema xwe ya diyarkirî de bê encamdan.”
Encûmena Bilind a Referandumê