“Bi hemû karîna xwe piştevaniya birêvebirina referandûma Kurdistanê dikim”
Balyozê berê yê Amerîka di Netewên Yekgirtî de John Bolton piştevaniya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê derbirî, ku biryar e sibe 25ê Îlonê bi rê ve biçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozê berê yê Amerîka di Netewên Yekgirtî de John Bolton piştevaniya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê derbirî, ku biryar e sibe 25ê Îlonê bi rê ve biçe.
Balyozê berê yê Amerîka di Netewên Yekgirtî de di riya hejmara xwe tûra pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsiye: “Bi hemû karîna xwe piştevaniya birêvebirina referandûma Kurdistanê dikim, niha dema wê ye Kurdên Iraqê deng ji bo xwastekên xwe bidin.”
I strongly support holding the Kurdish referendum; it’s time for the Kurdish people in Iraq to give a voice to their aspirations.
— John Bolton (@AmbJohnBolton) September 22, 2017
Ev hevsoziya Balyozê berê yê Amerîka di Netewên Yekgirtî de di demekê de ye, li ser astê navdewletî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd tê kirin ku dest ji referandûmê berde, yan bipaş bixe.
Lê tevî wan fişarên li ser Herêma Kurdisatanê, Encûmena Bilind a Referandûmê di dawî daxuyaniya xwe de tekezî li ser birêveçûna referandûmê di 25ê Îlona 2017an de kir.
Biryar e, sibe ji demjimêr 8:00 sibehê deriyên binkeyên dengdanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne, bên vekirin û welatiyên Herêma Kurdistanê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.