Encûmena Navendî ya YNKê li ser referandûm û daxuyaniyên berûvajî yên berpirsên YNKê hate deng

Encûmena Navendî ya YNKê ragihand, “Heger biryara referandûmê di dema xwe de bê kirin, divê li hemû navçeyan bê kirin, bi Kerkûkê 'Qudisa Kurdistanê' û tevahiya navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek arasteyî Kusret Resûl, Berpirs û endamên Desteya Karîger, Polîtburo û Encûmena Serkirdayetiya partiya xwe kir û ragihand, “Heger biryara referandûmê di dema xwe de bê kirin, divê li hemû navçeyan bê kirin, bi Kerkûkê 'Qudisa Kurdistanê' û tevahiya navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn.”

Di peyama Encûmena Navendî ya YNKê de hatiye: “Tevî ew guhartin û pêşhatên derbarê pirsa mafê çarenivîsî û birêvebirina referandûmê de hene, em di Encûmena Navendî di civîna sekreteriyet û berpirsên komisyonan de û piştî nirxanê daxwaz dikin “Heger biryara paşxistina referandûmê ji ber her sedemekê li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn bê dayîn, divê ew prose bi tavahî bê paşxistin. Wate li ti cihekî referandûm nebe. Heger biryara referandûmê di dema xwe de bê kirin, divê li tevahiya navçeyan bê kirin, bi Kerkûkê Qudisa Kurdistanê û tevahiya navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn jî.”

Di dawiya peyama Encûmena Navendî ya YNKê de rexneyên tund li beşek ji berpirs û rêxistinên YNKê hatin girtin, ku daxuyaniyên ne berpirsyane derbarê proseya referandûmê de didin.