Serokê Iraqê daxuyaniyek derbarê referandumê belav kir
Fûad Meisûm: “Biryar biryareke tak alî ye û ezê hemû bizavên xwe ji bo destpêkirina diyalogê di navbera serkirdeyan de bikim.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Iraqê Fûad Meisûm, daxuyaniyek derbarê encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê belav kir û ragihand: “Biryar biryareke tak alî ye û ezê hemû bizavên xwe ji bo destpêkirina diyalogê di navbera serkirdeyan de bikim.”
Fûad Meisûm diyar kir, di çarçoveya berpirsatiya destûrî de, ewê hemû bizavan bike, ji bo welat û yekrêzî gel ji metirisiyan dûr bixe.
Hevdem daxwaz ji serkirdatiyên siyasî yên Hewlêr û Bexdayê kir, ji aloztirkirina rewşê xwe dûr bikin û bi her nirxekî be hemû vegerin ser mêzeya diyalog û rêketinê.
Meisûm tekezî li ser bicîkirina bingehên destûrî û rêzgirtin li daxwazên encûmena ewlehiya navdewletî kir û got: “Pêwîst e bawerî ji bo herdu aliyan vegere ji bo avakirina dewleta welatîbûnê û mafên pêkhateyan têde parastî be, ku ev yek daxwaza hemû aliyan e.