Degdana Giştî dest pê kir
Binkeyên giştî yên dengdanê deriyên xwe ji dengdêran re vekirin û Kurdistanî dema 10 demjimêran di proseyeke demokrasî de beşdarî yekemîn referandûma serxwebûna Kurdistanê dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Binkeyên giştî yên dengdanê deriyên xwe ji dengdêran re vekirin û Kurdistanî dema 10 demjimêran di proseyeke demokrasî de beşdarî yekemîn referandûma serxwebûna Kurdistanê dibin.
Li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, sindoqên yekemîn yên dengdana referandûma serxwebûna Kurdistanê dest pê kir. Gelê Kurdistanê piştî zêdetirî sê mehan ji biryara referandûmê ya ku ji aliyê Encûmena Bilind a Referandûmê û bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê, li pêş binkeyên dengdanê rêz bûne, da dengên xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.
Îro ji sibê ve, gelê Başûrê Kurdistanê di proseyeke dîrokî û çarenivîsî de, berên xwe didin binkeyên dengdanê û dengê xwe didin.
Referandûm li navçeyên Kurdistanî û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê yên di bin kontrola hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de bi rê ve diçe.
Li gor zanyariyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 5.2 milyon kes beşdarî proseyê dibin û dikarin deng bidin serxwebûna Kurdistanê.
Tevî ku zêdetir ji sê mehan e, serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê di bin fişareke mezin ya navxweyî, welatên cîran û cîhanê de bû, lê Encûmena Bilind a Referandûmê ku nûnerên piraniya partiyên Kurdistanî tê de ne, bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar dan referandûm bipaş nekeve û di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve biçe.
Di roja 5ê Îlonê de, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan deriyê bangeşeya ji bo referandûmê vekiribû û bi sedan hezar Kurd li hundir û li derveyî welat aheng, festival û kernevalê camewerî bi beşdariya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bi û bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê û xwendina gotaran rê ve çûbûn.
Ji ber wê, îro Kurdistanî vê rojê bi dîrokî û derfeta zêrîn binav dikin, ku bi sedan salan bi xewna vê rojê bû û beşdariyê di proseyekê de bikin û deng bidin serxwebûna Kurdistanê.
Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihandiye, hemû amadekariyên ji bo birêveçûna vê proseyê hatine kirin û tevahiya pêwîstiyên dengdanê li binkeyên dengdanê hatine danîn û bi sedan çavdêr û medyayên biyanî û navxweyî beşdarî çavdêrî û romalkirina proseyê dibin.
Ji roja 23 Îlonê ve, Kurdistaniyên li derveyî welat di riya sîstema eliktronî dest bi dengdanê kirin û li gor zanyariyên destpêkê piraniya Kurdên li derve dengê “Belê” dane.
Welatiyên Herêma Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî wek roja cejnan xwe amade kirine û bi aştî, azadî û aramî ji demjimêr 8:00 dê biçin ser sindoqên dengdanê û çarenivîsa xwe diyar bikin.