Erdogan: Almanya dê wenda bike, em dê biserkevin!
Erdogan di civîna sala nû ya akademik de daxûyanî dan, daxûyaniî ne liser sala akademik lê liser siyaseta Tirkiye û bi taybetî liser aloziyên ligel welatên din bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan di civîna destpêkirina sala nû ya akademik de daxûyanî dan, zêdeyên daxûyaniyan ne liser sala akademik lê liser siyaseta Tirkiye û bi taybetî liser aloziyên ligel welatên din bûn.
Serokomar Erdogan, siyasetmedarên Almanya bi dijminahiya Tirkiye tewanbar kir û got: Li welatê me referendum çêbû, di pêvajoya referendûmê de we dît çawa siyasetmedarên Almanî êrîşî Tirkiye kirin. Niha di dema hilbijartina xwe de jî êrîşî me kirin, niha dê nikaribin hukimetê deynin, hûn dê bibînin. Hollanda jî êrîşî me kir, çi bû? Nekarî hukimetê ava bike! Almanya jî dê wenda bike. Em bangewaziya siyasetek durist li wan dikin.
Şirovevanan diyar dikin, zimanê êrîşkar ê Tirkiye hemberî Yekîtiya Ewrûpa, bi taybetî Almanya ne di berjewendiya Tirkiye de ye.