Parlemanterekî Sûrî pîrozbahiyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê dike

Parlemanterekî Sûrî pêşwaziyê li encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê dike û referandûmê bi gaveke dîrokî binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterekî Sûrî pêşwaziyê li encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê dike û referandûmê bi gaveke dîrokî binav dike.

Endamê Kurd di perlemantoya Sûriyê de Omer Osê di daxuyaniyekê de ji K24ê re, birêvebirina referandûma li Herêma Kurdistanê pîroz kir û got: “Ji mafê Kurd e dewleta wan ya serbixwe hebe, ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de gelek qurbanî ji bo serxwebûnê dane.”

Ew perlemênterê Kurd di perlemantoya Sûriyê de got jî, proseya refrandûmê ya ku li Başûrê Kurdistanê bi rê ve çûye, nîşana demokrasiyê ye û cihê rêzê ye.

Duh, referandûma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê bi rê ve çû, Wezîrê Derve yê Sûriyê jî Welîd Muelim ragihandibû, Sûriye ji bilî li Iraqeke yekgirtî mukir nayê û referandûmê red dike.