Diktorekî Urdinî daxwaza nasnameya Kurdistanê dike

Mamosteyê Zanîngehê yê Urdinî Bilal Xazî ku ji zêdetirî du mehan e li ser tûra pêwendiyên civakî piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê dike, îro gihêşt Hewlêrê û dibêje, ta nasnameya dewleta Kurdistanê wernegirim, venagerim Urdinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dr. Bilal di dema gihêştina Herêma Kurdistanê li firokxaneya Hewlêrê ji K24ê re got: “Hesteke min ya cuda heye, ku gihêştime Hewlêrê û dilxweş im Kurd ev destkeft bidest xist û berve dewletbûnê diçe. Di heman demê de dilteng im, ku bi derengî Kurd gihêşt wî mafî.”

Dr. Bilal got jî: “Ez hatime û min peyamek ji gelê Urdinê ji gelê Kurdistanê re aniye û ji we re dibêjim ku dewleta Kurdistanê nêzîk bûye.”

Amaje bi wê jî da, “Ji Urdinê ve min ala Kurdistanê ligel xwe aniye. Hatime vir û venagerim heta nasmameya Kurdistanê wernegirim. Dixwazim zarokê xwe fêrî hezkirina Kurdistanê bikim.”