Amerîka: Girtina esmanê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê karekî ne baş e

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di konferanseke rojnamevanî de ragihand, girtina esmanê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê karekî ne baş e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di konferanseke rojnamevanî de ragihand, girtina esmanê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê karekî ne baş e.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert derbarê derketina nakokiyên zêdetir di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand jî, welatê wê tundûtûjiyê qebûl nake, heger ji çi aliyekî be.

Îro, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyameke vîdyoyî de ragihand, Herêma Kurdistanê ti demê deriyê guftûgoyê nagire û daxwaz ji Bexdayê kir jî deriyê guftûgoyê negirin û guftûgo take rê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.