Rûsya rêzê li daxwazên netewî yên gelê Kurd digire

Wezareta derve ya Rûsya daxuyaniyek derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê belav kir û ragihand: "Em rêzê li daxwazên netewî yên gelê Kurd digirin ."

K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Rûsya daxuyaniyek derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê belav kir û ragihand: "Em rêzê li daxwazên netewî yên gelê Kurd digirin ."

Di daxuyaniyê de hatiye: "Bi me baş e Kurd di çarçoveya Iraqê de bimînin."

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, gellek karvedanên navxweyî û navdewletî çê bûn, tevî guvaşên Bexda û welatên cîran, beşêk ji welatan jî mikur hatin ku serxwebûna Kurdistanê mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye û ev çendîn sal e xebatê ji bo dewletê dike.