Nêçîrvan Barzanî: Gellek pêwîstiya Tirkiyê bi gaza siruştî ya Herêma Kurdistan heye
Nêçîrvan Barzanî: "Referanduma serxwebûna Kurdistan li Tirkiyê hatiye mezinkirin, nizanim çî wê referandumê gefê li ser Tirkiyê çêdike, em cîranên hev in û her emê cîran bin."
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî di dîdarekê de li gel hin dezgehên medya Turkî ragihand: “Li gorî rêketina di navbera Herêma Kurdistan û kompaniya Rosneft ya Rûsî ji bo kişandina boriya gaza siruştî bi riya Tirkiyê ji bo welatên Ewropa, beşek ji wê gazê diçe ji Tirkiyê re û gellekî pêwîstiya Tirkiyê bi gaza siruştî ya Herêma Kurdistan heye.
Derbarê karvedanên beramberî referanduma serxwebûna Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: "Referanduma serxwebûna Kurdistan li Tirkiyê hatiye mezinkirin, nizanim çî wê referandumê gefê li ser Tirkiyê çêdike, em cîranên hev in û her emê cîran bin."
Nêçîrvan Barzanî got jî: “Piştî 12 salan em ji xwe dipirsin, ma ev Iraq federalî û demokratî ye û pabendî destûrê ye? Ev hikûma li Iraqê taifgerî ye, behsa destûr dikin, ew madên di berjewendiyên taifgeriyê de ne, cibicî dikin. Ewên ne di xizmeta wan de ne piştguh dikin û cibicî nakin. Bila welatên din jî bizanin ku ev sedem bûn ku me biryara referandûmê da.”
Derbarê pêwendiyên dahatûya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, Serokê Hûkûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Pêwendiyên me ligel Tirkiye pêwendiyeke kevin e û bêgûman berdewam dibin.”
Di bersiva pirsekê derbarê operasyonên hevbeş ên Tirkiye û Iraqê de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê kir, “Heger ew manor di nava xaka Tirkiyê de be, pêwendiya wê bi wan heye, lê heger bê nava xaka Kurdistanê, bêgûman helwesta me dê hebe, bawer nakim ev yek jî bibe.”