Komisyon: Rêjeya “Belê” 92.73 bû
Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, mizgîniya serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, mizgîniya serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê da.
Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de amar û zanyariyên taybet bi proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê xwend.
Roja 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bi rê ve çûbû.
Encamên referandûmê wiha ne:
Hejmara dengdaran bi giştî: 4 milyon û 581 hezar û 255 dengdar bûn.
Hejmara beşdaran bi giştî: 3 milyon û 305 hezar û 925 dengdar bûn, ku bi rêjeya 72.16 e.
Hejmara dengên “Belê”: 2 milyon û 861 hezar û 471 in, ku dike ji sedî 92.73
Hejmara dengên “Na”: 224 hezar û 468 deng in, ku dike ji sedî 7.27