Piştevaniyeke girîng ji Amerîka ve bo serxwebûna Kurdistanê

Di nûtirîn helwestên piştevaniyê ji Kurd re li ser asta navdewletî, Serokê Sînatên Amerîka daxwaza piştevaniyê ji serxwebûna Kurdistanê re dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di nûtirîn helwestên piştevaniyê ji Kurd re li ser asta navdewletî, Serokê Sînatên Amerîka daxwaza piştevaniyê ji serxwebûna Kurdistanê re dike.

Sînator û Serokê Fraksiyona Demokratiyan di Encûmena Sînatên Amerîka de Chuck Schumer îro di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji serxwebûna Kurdistanê re nîşan da û daxwaz ji Koşka Spî kir piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike.

Chuck Schumer dibêje: “Referandûma dîrokî ya Kurd pêwîst e ji aliyê cîhanê ve mukir lê bê û rêz lê were girtin.”

Got jî. “Di baweriya min de, pêwîst e dewleta Kurd a serbixwe hebe û bi zûtirîn dem de Kurd bibe xwediyê dewleta xwe ya serbixwe, ji ber wê pêwîst e helwesteke Amerîka ya zelal hebe û ew jî piştevaniyê li hêvî û daxwazên Kurd bike, ji bo dewleteke serbixwe.”

Herwiha nivîsiye: “Di du dehsalên borî de, Kurd li ser erdê hevpeymana bihêz ya me bûye, bi taybet di şerê li dijî terorê de û çendîn car e me pişt bi Pêşmerge bestiye û herwiha Kurd piştevanî li mafê kemîneyan kiriye, ji ber wê niha dem hatiye Amerîka bi xurtirîn awa piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike. Kurd mezintirîn netewên Rojhilata Navîn e ku hîn bê dewlet e û ji zû ve xebatê ji bo wê dike û her dem jê re hatiye gotin heta siba li bendê be, lê niha dem hatiye û divê Amerîka piştevaniyê lê bike. Hêvîdar im di çend mehên bê de hemû Iraqî dest bi guftûgoya aştiyane bikin, bo dîtina baştirîn rê ji bo bicihkirina xewna Kurd di Iraqê de.”

Got jî: “Hevahengiya di navbera Kurd û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de, bi taybetî derbarê rûbirûbûna terorê de gelekî girîng e, ji bo her qonaxeke veguhastinê ji welatên cîranê Iraqê re, ku di heman demê de dijayetiya serxwebûna Kurd dikin, ji ber ku gefê li rewşa niha dike, lê divê ew welat rêzê li mafên Kurd û Iraqê jî bigirin, ji bo ew çarenivîsa xwe diyar bikin.”

Ev helwesta Chuck Schumer di demekê de ye, ku di daxuyaniya Koşka Spî ya Amerîka de amaje bi siyaseta mana Iraqa yekperçe kiribû û hevdem daxwaza guftûgoyên hêminane ji bo çareserkirina pirsgirêkan kiribû.

Roja 25ê Îlonê Herêma Kurdistanê û navçeyên li derveyî îdareya herêmê proseya referandûma serxwebûnê bi rê ve çûbû û li gor amarên Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, ji sedî 92.73 ji beşdaran dengên belê dan serxwebûna Kurdistanê.

 

Fly Erbil Advertisment