Siûdiyeyê mûşekeke balîstîk a Hûsiyan li Medîneyê êxist
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Şerîetê bi serokatiya Siûdiyeyê ragihand ku mûşekeke balîstîk êxistiye, ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi Medîneyê ve hatibû arastekirin. Ev bûyer di demekê de ye ku aloziyên leşkerî di navbera Hûsiyan û Siûdiyeyê de berdewam in.
Daxuyaniya Hevpeymaniya Şerîetê çend deqîqeyan piştî wê yekê hat ku Berevaniya Sivîl a Siûdiyeyê hişyariyeke pêşwext bo haydarkirina ji xeterekê li parêzgeha Yenbûyê belav kir, ku parêzgeheke stratejîk e û dikeve ser peravên Deryaya Sor li rojavayê Siûdiyeyê.
Berdevkê wê hevpeymaniyê Tirkî Malîkî li ser tora civakî yua Xê nivîsî: "Berevaniya asmanî mûşekeke balîstî pûç kir û wêran kir, ku ji aliyê mîlîşên Hûsî ve ber bi devera Medîneyê ve hatibû avêtin."
Hûsiyan çend caran tekez kiriye ku merema hêzên wan ew nîne ku bajarên Meke û Medîneyê bikin armanc. Ev helwest di çarçoveya kempeyna leşkerî ya berdewam a li dijî Siûdiyeyê de tê, ku tê de balafirxane, dezgehên enerjiyê û bingehên leşkerî yên Siûdiyeyê hatine armanckirin. Di Cotmeha derbazbûyî de, di wan êrîşan de 25 kuştî hebûn û çend caran jî Bendera Yenbûyê hatiye armanckirin.
Berevaniya Sivîl a Siûdiyeyê jî ji aliyê xwe ve li ser tora civakî ya Xê ragihand ku hişyariyek li ser platforma nîştimanî bo hişyariya pêşwext li parêzgeha Yenbûyê hatiye belavkirin. Piştî nêzîkî 10 deqîqeyan jî, Berevaniya Sivîl bidawîbûna metirsiya wê ragihand.