Peyvdarê HDPê rawestandina weşana Kurdistan24ê li ser Turksatê şermezar kir

Baydemîr: "Em rawestandina weşana kenalên Kurdî li ser setelite Turksatê şermezar dikin, û bi gefan ti kêşe nayê çarekirin."

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Partiya Demukratiya Gelan (HDP) Osman Baydemîr, derbarê rawestandina weşana Kurdistan24ê û kenalên din yên Kurdî li ser setelita Turksatê daxuyanî da û bi tundî ew yek şermezar kir û got: "Em rawestandina weşana kenalên Kurdî li ser setelite Turksatê şermezar dikin, û bi gefan ti kêşe nayê çarekirin."

Axaftinên Osman Baydemîr di çarçoveya kongirekî rojnamevanî de hat, ku partiya wî ji bo zelalkirina helwesta xwe beramberî rewşa Bakurê Kurdistanê û referanduma serxwebûna Kurdistanê encamp dabû.

Desteya radio û televizyona Tirkiyê "RTTurk", di civîna xwe de ya roja 25ê Êlûnê, biryar da weşana Kurdistan24, WAR.TV û Rûdaw, li ser setelite Turksatê rawestîne û di daxuyaniyekê de got: “Naveroka bernameyên Kurdistan24ê û tîvî, metrisîn bo ser berjewendîye neteweyyekanî turkya, boye birryarî ragirtinman da.”