Wezîrê derve yê Komara Artsax: Em piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin

Wezîrî derve yê Komara Artsax tekez kir: "Referandum li gorî bendên danasîna cîhanî ya mafê mirovan û Netewên Yekgirî hatiye kirin û bi vê helkeftê ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistan dikim."

K24 – Navenda Nûçeyan

Karin Mîzoryan, wezîrê derve yê Komarî Artsax ya ku bi navê (Qerebax) jî tê naskirin piştevaniya welatê xwe ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re ragihand û got: "Em pêşwaziyê li referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin, ew referendum li gorî bendên danasîna cîhanî ya mafê mirovan û Netewên Yekgirî hatiye encamdan."

Wezîrî derve yê Komara Artsax tekez kir: "Referandum li gorî bendên danasîna cîhanî ya mafê mirovan û Netewên Yekgirî hatiye kirin û bi vê helkeftê ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistan dikim."

Herweha got: "Ji mafê her gelî ye serbixwe bijî, nabe rêgirî li xwesteka gelan bê kirin, pêwîst e her gelek li gorî xwesteka xwe biryarê bide".