Li Colemêrgê êrîşî serkirdeyekî AKPê hat kirin
Li dijî wesayita Cigîrê Serokê Şaxê AKP yê Colemêrgê êrîşek bi bombeyan hat kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li dijî wesayita cîgirê serokê şaxê AKP yê Colemêrgê êrîşek bi bombeyan hat kirin.
Li taxa Kiranê li Colemêrgê, êrîş bi riya danîna bombeyekê di bin wesayita cîgirê serokê şaxê AKPê de, Salih Kahraman hat teqandin, di encama êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn, lê wesayita Salih Kahraman hat jinavbirin.
Li gor zanyariyên medya Tirkiyê, êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin û piştî bûyerê hêzên ewlekariyê dest bi operasyoneke berfireh kirin.
Di 7ê Êlûnê de jî dîsa endamên PKKê bi çekan êrîşî mala serokê şaredariya Durankayayê Fatih Keskînî kiribûn.