Qelab: Eger heye Suneyên Iraqê jî wek Kurd bikin
Wezîrê reagihandinê yê berê yê Urdinê Salih Qelab ragihand, tê pêşbînîkirin, Suneyên Iraqê wek Kurd hewla birêvebirina rapirsiyekê bidin, ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê reagihandinê yê berê yê Urdinê Salih Qelab ragihand, tê pêşbînîkirin, Suneyên Iraqê wek Kurd hewla birêvebirina rapirsiyekê bidin, ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe.
Roja 25ê Îlonê, li Kurdistanê û li navçeyên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê proseya referandûmê ji bo diyarkirina çarenivîsê bi rê ve çû û bi rêjeya ji sedî 92.73 a dengdaran bi belê dengên xwe dan.
Salih Qelab di gotarekê de ku li rojnameya “Şerq El-Ewset” çapa Londonê balav kir, tê de nivîsî: “Bîrokeya referandûmê ji bo Suneyan jî hat veguhastin.”
Herwiha dibêje: “Egerek heye, heger hejmûna Îranê bi vî awayî li Iraqê berdewam bibe, Sune jî daxwaza cudabûnê bikin.”
Rexnegirên li rewşa Iraqê di wê baweriyê de ne, ji piştî sala 2003an ve, Sune ji aliyê desthilata piranî ya Şîe ve hatine perawîzkirin.
Qelab di wê baweriyê de jî, referandûma Kurd gaveke bilez bû û tekezî li ser pêwîstiya mana di Iraqa yekperçe de kir.
Berî demekê jî, parlemanterê berê yê Tevgera Sedirê Beha Eracî ragihandibû, dûr nabîne ku Suneyên Iraqê jî daxwaza birêvebirina referandûma diyarkirina çarenivîsê bikin.