Leşkerekî û 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan
Li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê li devera Kanîmasiyê di encama pevçûnekê de leşkerek îû 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê li devera Kanîmasiyê di encama pevçûnekê de leşkerekî û 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê li devera Kanîmasiyê, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê li beramberî navçeya Çêlê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyeyê de şerek dijwar derket.
Hat ragihandin, di encama şer de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûye. Herwiha 3 endamên PKKê jî canê xwe ji dest dane.